Greva birçîbûnê ya herî mezin a dinyayê

Di 3′yê mehê de digel mebûs, şaredar, rêveber û bi qasî 15 hezar kesî DTP’ê li Parka Koşuyolu ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Grev îro saet 16′an de dê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bibe.

Ji grevê hin not:

- Greva birçîbûnê li hemberî operasyona 15′ê avrêlê ya li hemberî dTP’ê hate dest pê kirin. Li 15 bajaran operasyon hatibû li dar xistin û rêveber û endamên DTP’ê hatibûn binçavkirin û girtin.

- Di greva birçûbûnê de Hevserokên DTP’ê Ahemt Turk û Emîne Ayna, parlamenterên DTP’ê, hemû şaredar, parlamenterê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle û gelek kesên din beşdar bûn.

- Konên greva birçîbûnê ku hatin vedan bi flamayên kesk, sor zer hatin xemilandin.

- Beşdaran qûrdeleyên sor bi serê xwe ve girê dan, ew hinan avêtin ser milên xwe.

- Li qadê tenê ava bi şekir û çay hate belavkirin.

- Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li qadê bi sloganê bi girseyê re avêt bal kişand.

- Parlamentera DTP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel u Parlamentera DTP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî bi girseyê re stran gotin û di nava az solîstên grevê de cih girtin.

- Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, bi govenda aîdî herêma Botanê bal kişand.

- Dema di derengiya şevê de hewa hîn zêdetir sar bû wekî her dem çalakvanan dîsa agir vê xist û li dora agir govend gerandin.

- Kesên ji bajarên wekî Wan, Çewlik, Şirnex, Dêrsim, Mêrdîn, Sêrt, Colemêrg û Bedlîsê hatine jî bi lîstikên aydî herêmên xwe wek ku bi hev re ketin pêşbirkê.

- Hejmara îmzeyên ku di çarçoveya kampanyaya ji aliyê DTP’ê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane hatiye destpêkirin hatin berhevkirin deh hezar derbas kir. Îmzeyên bên komkirin dê ji Serokomar, Serokwezîr, Serokatiya Meclîsê û Parlamentoya Ewropayê re bên şandin. Kampanyaya îmzeyan wê piştî grevê jî berdewam bike.

Yorum Yaz

You must be Giriş yaparak yorum gönderin.

//-->

anket

Sitemizi Nasıl Buldunuz?

View Results

Loading ... Loading ...

 

Mayıs 2009
Pts Sal Çar Per Cum Cts Paz
« Nis   Haz »
 123
45678910
11121314151617
18192021222324
25262728293031
viagra de fines herbes Buy Levitra cheap gerneric viagra?
"));