‘Şîret’ hate lîstin

Lîstika şanoyê ya beşa şanoyê ya Navendên Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Jiyana Nû ya bi navê Şîret, li Stenbolê hate lîstin.

Şîret, cara yekem di mîhrîcana jinan a Nisêbînê de hatibû lîstin. Şîret, rastî eleqeyeke mezin hat.
Lîstika Şîret, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ya ku ev çend sal in di çarçoveya NÇM’ê de xebatên xwe dide meşandin, li salona şanoyê ya NÇM’a Stenbolê hat lîstin. Lîstik, li ser kuştinên di bin navê namûsê de hatiye nivîsandin. Di lîstikê de, rola jinê ya ku civak jê re dibîne û kuştina wê ya ji aliyê zilamekî ve tê vegotin.
Lîstik, ji aliyê Sedat Bariş û lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ve hatiye nivîsandin.  Lîstik ji 3 kesan pêk tê û ji aliyê Serhat Ertuna, Rugeş Kirici û Yasemin Karadag ve tê lîstin. Her wiha şano xwe amade dike ku di paşiya sibatê de derkeve tûrneyê.
Lîstik bi vegotina tiştên ku hatine serê jinên wekî Şemsê Alak, Guldunya Toren û hin jinên din ên ku di van salên dawî de, di bin navê namûsê de hatine kuştin dest pê dike. Di lîstikê de, wekî mijara bingehîn jî rol û mîsyona ku civak ji jinan re dibîne û guherîna kefenê ya van rol û mîsyonan tên vegotin. STENBOL

Yorum Yaz

You must be Giriş yaparak yorum gönderin.

//-->

anket

Sitemizi Nasıl Buldunuz?

View Results

Loading ... Loading ...

 

Şubat 2010
Pts Sal Çar Per Cum Cts Paz
« Ara    
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
viagra de fines herbes Buy Levitra cheap gerneric viagra?
"));