Kategori | sinema

Pisîkên Ghobadî tên Stenbolê

9’emîn Mîhrîcana Fîlmên Xweser a Navneteweyî a Stenbolê di 11’ê sibatê de dest pê dike. Fîlmê derhêner Bahman Ghobadî yê bi navê ‘Kes behsa pisîkên Îranê nake’ û gelek fîlmên kurdî dê di mîhrîcanê de bên nîşandan.

Di mîhrîcanê de tiştekî ku heta niha nehatiye ceribandin dê bê ceribandin. 5 fîlmên herî serketî yên mîhrîcanê dê li derveyî Stenbolê gelek bajaran bê nîşandan. Fîlm dê li Amedê Navenda Çanda Amedê, li Êlihê Komeleya Çand û Hunerê Êlihê, û li Wanê j îli Komeleya Jinan a Wanê bê nîşandan.

FÎLMÊN KURDÎ
Di çarçoveya mîhrîcanê de fîlmê Bahman Ghobadî ya bi navê ‘Kesek behsa psîkên Îranê nake’ jî bê nîşandan. Di fîlm de behsa kesên ku bi awayekî veşartî muzîkê dikin tê kirin. Her wiha di mîhrîcanê de ji bilî fîlmê Bahman Ghobadî fîlmê derhêner Hîşam Zaman yên bi navê ‘Bawke’, Welatê Zivistanê û fîlmê Doug Aubrey yê bi navê ‘Kurdî’ jî bên nîşandan. Fîlmên kurdî ku di mîhrîcanê de bên nîşandan ev in;  fîlmê Alan Dîlan yê bi navê ‘Penaber’, fîlmê Sahîm Omer Kalîfa yê bi navê ‘Nan’, fîlmê Binevşa Narîn yê bi navê ‘Çîroka Telefonekî’, filmê Salem Salavatî yê bi navê ‘Xewnên Berfê’, fîlmê Askhan Ehmedî yê bi navê ‘Ji eşîra sîsan jinek’. Ji bilî van fîlman belgefîlmê ‘Deng’ ku mijara wê girtîgeha Amedê ya salên 1980’î ye û ‘Zanqirt’ ku mijara wê qetlîma cerdewanên gundê Zanqirtiyê ye jî bên nîşandan.

GOTÛBÊJA SÎNEMAYÊ
19’ê sibatê saet di navbera 14:00 û 16:00’an de bi beşdariya dîrektorê mîhrîcanên fîlmên kurdî yên London û New Yorkê Mustafa Gundogdu, derhêner Hîşam Zaman, derhêner Doug Aubrey û derhêner Huseyîn Karabey ve der barê sînemaya kurd gotubêjek bê lidarxistin. Îsal ji bo seansên nava rojê bilêt 5 tl û ji bo xwendekaran 2,5 tl bê firotin.

Yorum Yaz

You must be Giriş yaparak yorum gönderin.

//-->

anket

Sitemizi Nasıl Buldunuz?

View Results

Loading ... Loading ...

 

Şubat 2010
Pts Sal Çar Per Cum Cts Paz
« Ara    
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
viagra de fines herbes Buy Levitra cheap gerneric viagra?
"));