Rojnameya Dengê Zarokan a kurdî û tirkî ya ji aliyê zarokên Navenda Perwerdehiya Şaredariya Baglarê ve tê amadekirin bi hêjmara xwe ya 2′yemîn gihîşt ber destê xwendevanên xwe.
Di 2′emîn hejmara rojnameya Dengê Zarokan de mijarên cuda cuda ku ji bo zarokan hatine amadekirin cih digirin. Di rojnameyê de mijara mafên zarokan, mafê jiyanê, di jiyanê de kesên biasteng ji bîrnekin, li cihanê mafên mirovan, hevpeyvîna bi zarokan, çîrok û gelek cureyên nûçeyên din cih digirin. Rojname bi van nûçe û nivîsan pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên zarokan bi xwendevanên xwe re parve dike.


